Li Edeneyê çalakiya grevê bi dawî bû 2017-11-14 14:20:21   EDENE - Li Edeneyê çalakiya Greva birçîbûnê ya ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin hat bidawîkirin û peyama ku wê çalakiyên cûrbicûr heta tecrît bi dawî bibe berdewam bikin hat dayîn.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve di 8'ê mijdarê de bi dirûşma "Wê tecrît winda bike û Azadî bi ser keve" hat destpêkirin  bi dawî bû.   Salona ku çalakî lê hat lidarxistin daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Edeneyê Guseren Tural ve hat xwendin. Gulseren diyar kir ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê îro li vir bi dawî dikin lê wê çalakiyên wan ên cûrbicûr heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe berdewam bikin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya greva birçîbûnê bi çepikian hat bidawîkirin.