Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe 2017-11-14 14:10:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê li Eyaleta Kirmanşanê û  girêdayî wê Serpol Zahab, Dalaho, Selasî Bewecanî Îslamadî Xerb, Qesrî Şîrn û li Cuwanroyê ji ber erdheja ku pêk hat her ku diçe hejmara mirî û birîndaran zêde dibe.   Bîlançoya erdhejê ya li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku bi pileya 7.3 pêk hat giran dibe. Hejamar kesên li bjarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan deerket 450 û ya birîndaran jî derket 7 hezaran. Hejmara kesên li Eyaleta Başûrê Kurdistanê Silêmanî jiyana xwe ji dest dan derket 7 kesî û ya birîndaran jî derket 535 kesan.   Piştî erdheja herî bi hêz a piştî 30 salan hat aşkerakirin ku li van herêma pêdiviya 70 hezar  kes bi bicihbûnê heye.    Di navabera erhejzedeyan de cudahî tê kirin!   Li gorî çavkaniyên herêmê yên li Kirmanşanê hat aşkerakirin ku ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve di navbera erdhejzedeyan de cudakarî tê kirin û alîkarî herî zêde bi herêma Yarsanê re nayê kirin, kesên li gundê Yarsanê li gel şert û mercên zivistanê ji ber ku avahî hemû hilweşiyane welatî li derve dimînin û heta niha tu alîkarî bi wan re nehatiye kirin.   Banga lezgîn a hevkariyê tê kirin   Erdheja ku li gelek welatên cîran jî xwe da hîskirin, Li Eyaleta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê jî bû sedema têkçûna mezin. Li Eyaleta Silêmanî jî li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin heta niha 7 kesî jiyana xwe ji dest daye 535 kes jî birîndar in.   Herwiha hat aşkerakirin ku rûxandina zêde herî zêde li navçeya Derbendîxan a Silêmanî pêk hatiye û ji ber derzên ku pêk hatine jî ava bendavê di bin kontirolê de hatiye berdan.   Ji aliyekî din ve jî ji bo erdhejzedeyan ji aliyê gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve banga hevlariyê tê kirin.