Qeyûmê Geverê tabelaya bi kurdî da rakirin! 2017-11-14 13:06:26   COLEMÊRG - Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'yî hatin kirin karê wan ê yekm bû rakirina tabellayên bi kurdî ên li ser avahiyên şaredariyan. Ji van qeyûmên ku tabelaya bi kurdî rakirin yek jê jî yê Gevera Colemêrgê ye ku tabelaya bi kurdî a li ser şaredariyê da rakirin.   Qeymeqamê Geverê Mahmut Kaşikçi yê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Geverê hat kirin tabelaya bi kurdî a li ser avahiya şaredariyê rakir û li cihê wê bi tirkî "T.C. Yuksekova Belediyesî - Şareariya Geverê ya T.C'yê" dalliqand. Tişta balkêş jî ev bû ku  tabella beriya Heyeta Wezareta Karê Hundir ku ji Alîgirê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Ersoy, Mahmût Kaşikçi û ji Mudurê Emniyetê yê Navçeyê û kesên pêre bên serdana şaredariyê hat rakirin.