Egîtîm Sen Pêşbirka Wêneyê ya Ceylan Onkol darxist 2017-11-14 09:22:30 Rojda Aydin AMED- Ji bo biranîna Ceylan Onkol Egîtîm Sena Amedê Pêşbirka Wêneyê ya Ceylan Onkol li dar xist. Encama pêşbirkê wê di 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cihanê de bê diyarkirin.   Zaroka 12 salî Ceylan Onkol 28’ê Îlona 2009’an de dema ku sewal diçêrandin bi topa hewanê ya ku ji aliyê leşkeran ve hat teqandin jiyana xwe dest da. Ji bo biranîna Ceylan Onkol Egîtîm Sena Amedê Pêşbirka Wêneyê ya Ceylan Onkol li dar xist. Serlêdanên pêşbirkê di 6’ê Mijdarê de dest pê kirin û wê hetanî 17’ê Mijdarê serlêdan berdewam bikin. Sekretera Jin a Şaxa 1'em  a Egîtîm Senê Mizgîn Yavuz derheqê pêşbirkê de hîn agahî dan. Mizgîn got ku mijara bernameyê 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cihanê yê û ji ber vê navê  zaroka 12 salî Ceylan Onkola ku dema sewalên xwe diçêrand ku bi topa hewanê jiyana xwe dest da dane pêbirkê.   Mizgînê anî ziman wan bi armanca Ceylan Onkol û zarokên ku mîna wê hatine qetilkirin bi bîr bînin ev pêşbirik li dar xistine û wiha berdewam kir: "Em naxwazin zarokên ku mafên wan ji destên wan hatine hildan û hatine kûştin ji bîr bikin. Ji bo ku em zarokên mîna Ceylan Onkol ku bi çekên dewletê jiyana xwe ji dest dan bi bîr bîn jî me pêwistî bi pêşbirkeke wiha dît. Bi vê xebatê wê hevalên Ceylan jî Ceylanê bi bîr bînin û hêvî û hêstên xwe li ser wêneyê xêz bikin. Em  bawer in  ku ev pêşbirk wê  ji bo zarokan gelek baş be. Ji ber ku em naxwazin tu zarok bên ji bîrkirin û bên kûştin.”   Encam di 20’ê Mijdarê de diyar bibe   Mizgîn di berdewama axaftina xwe de got ku hetanê niha gelek zarok ji bo serlêdanê serî li wan danw û ev tişt go: “Ev  pêşbirk  di navbera şagirtên dibistana seretayî û dibistana navîn de ye. Encamên pêşbirkê jî di 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cihanê de li Egîtîm Sena Amedê bi daxûyaniyekê wê bên aşkerakirin.”   ‘Bila hemû zarok tevlî pêşbirkê bibin’   Mizgîn di dawiya axaftina xwe de got ku êdî naxwazin tu zarok bên kûştin, mafên wan ji destên wan bên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewra jî ji bo zarokên ku hatin kuştin divê çalakiyên cûrbicûr bên lidarxisitn û bên bibîranîn . Ji ber vê jî em dixwazin hemû zarok tevlî vê pêşbirkê bibin û hevala xwe Ceylan û zarokên ku wekî Ceylan hatin kûştin bi bîr  bînin.”