Hevkariya jinan zarok ji fuhuşê rizgar kir 2017-11-14 09:10:55 MELETΠ - B.ya ku bi fuhuşê re rû bi rû hatiye hiştin got: "Ez jineke ku bi darê zorê bi fuhuşê re rû bi rû hatime hiştin im. Ji ber vê yekê ez li dijî zaroka ku bi fuhuşê re rû bi rû dihat hiştin bê deng nemam. Alternatîfa min tunebû lê ya wê hebû..." B. ya ku bi vê helwesta xwe zarokek ji fuhuşê rizgar kir wiha got: "Min nikaribû  ev zarok li gel xwe bigirta lê malbata wê ya ku bê deng dimîne jî wê bibe sedem ku ev zarok bi fuhuşê re rûbirû bê hiştin. Ji ber vê yekê divê ku bi vê zarokê re alîkarî bê kirin." Jin di hemû warên jiyanê de ji aliyê pergala baviksalar ve bi şîdetê re rû bi rû tên hiştin.    Jin di her kêliyên jiyanê de tên xwestin ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve bên çewisandin. Jin di nava vê desthilatdariyê de gelek caran bi xweparastina rewa xwe diparêzin gelek caran jî serî li rêbazên cuda dixin. Jina ku ji ber ewlehiyê naxwaze navê xwe bide û me navê wê wekî B. nivîsandiye çîrokek wê ya cuda heye. B. tundî û fûhûşa ku bi darê zorê ketiye nav, naxwaze zarokên wekî din têkeve nav vê çiravê. B. naxwaze ku zaroka bi navê A. û 17 salî di nav çirava ku ew jî tê de ye bimîne û ji bo vê yekê hewl dide.     Li Meletê zaroka 17 salî ya ku ji aliyê Orhan K. bi îstîsmara zayendî rû bi rû hatiye hiştin, dîsa ji aliyê Orhan K. tê xwestin ku fûhûşê bike. Orhan zaroka bi navê A. bir mala ku fûhûş lê tê kirin. A'yê îşkenceya ku lê hatibû kirin ji B'yê rave kir. B'yê zaroka bi navê A'yê bir qereqolê û qereqolê zaroka bi navê A'yê teslîmî malbata wê kir. Zarokê gilîya Orhan kir. Tê îdiakirin ku Orhan xizmê B'yê ye. Ji ber tehdîdên Orhan û zextên malbatê zaroka 17 salî mecbûr ma ku giliya xwe paşve bikişîne. Orhan şevekê di bin çavan de ma û hat berdan.       B'yê tiştên hat jiyandin ji JIN NEWS'ê re rave kir.   'Alternatîfa min tunebû lê ya wê hebû'   B'yê diyar kir ku zîhniyeta desthilatdar a mêr ji xeynî rêya fûhûşê tu rê jê re nehiştiye û da xuyakirin ku gelek ciwan bi rêya hişbirê û fûhûşê ji civakê tên qutkirin. Dema ku min dît zaroka 17 salî dê wekî min têkeve nava vê çiravê min ew bir qereqolê û wiha berdewam kir:"Li hemberî vê yekê ez nikaribûm bê deng bimam. Alternatîfa min tunebû lê ya wê hebû. Loma min hewcedarî dît ku ez wê ji nava vê çiravê derxim."   'Zaroka 17 salî hemû tiştên ku jiyabû ji min re rave kir'   B'yê da zanîn ku A. bi îstîsmara zayendî rû bi rû maye û wiha got:"A. berê ji aliyê apê xwe bi îstîsmara zayendî rû bi rû maye û ev yek ji aliyê malbata wê hatiye veşartin. Ez li malbata wê geriyam û min bûyer ji wan re vegot. A hem ji aliyê apê xwe hem ji aliyê xizmekî xwe yê nêz ve bi îstîsmara zayendî re rû bi rû maye. Malbat jî hat tehdîtkirin û loma dixwazin ku ev îstîsmara zayendî veşartî bimîne. Gerek demildest alîkarî bi vê zarokê bê kirin."   Zor dan malbatê ku ji bo giliya xwe paşve bikişîne   B'yê anî ziman ku gef li zarok hatiye xistin û zarok mecbûr maye ku giliya xwe paşve bikişîne û got:"Ji ber ku temenê wê biçûk bû min gazî malbata wê kir. Ku min zanîba wê giliya xwe paşve bikişîne min gazî malbata wê nedikir."   'Li Meletê fûhûş gelek zêde ye'   B'yê diyar kir ku li Meletê li gelek cafeyan bi tozên hişbirê yên ku hinek kes dixin nav vexwarinên ciwanan, bi vê yekê jin mecbûr tên hiştin ku fûhûşê bikin û wiha got:"Li Meletê di salên dawî de girêdana hişbirê pir zêde bûye. Melet berê ne wiha bû. A niha li her derê ev tişt eşkere tê kirin. Li hinek cihan jî hişbir berê belaş tê dayin. Piştî ku girêdanê çêdike êdî pere tê girtin. Ev tişt bêtir li cafeyên ku muzîka zindî lê tê kirin çê dibe. K. Cafe, T. Cafe û C. Cafe di nav çirava fûhûşê de ne."