Li Kobanê Akademiya Şehîd Zozan Mehmûd perwerdeya xwe bi dawî kir 2017-11-13 13:10:25   Kawenda Hîlalî   KOBANÊ - Jin di bin rêveberiya Kongra-Starê de, bi dewreyên akademiya xweser xwe bi rêxistin û perwerde dikin.   Perwedeya dewreya bi navê Şehîd Zozan Mehmud a di bin Rêveberiya Kongra-Starê de ku ji 16 şagirtan pêk dihat, bi dawî bû. Şagirtên ku tevlî vê dewreyê bûbûn endamên tendirustî û Heyva Sor a Kurd bûn. Di vê perwerdeyê de li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerdeya çandê, exlaq, hevjîyana azad, zayendperestî, edaleta civakî, aborî, Netewa-Demokratîk, jin, tendirustî, şerê taybet û jinolojî  hat dîtin.   Ji rêveberiya Akademiya-Star Arjîn Amed li ser perwerdeyê axivî û wiha got: "Em bi hêvî ne ku di nav van pazdeh rojan de fikir û îdeolojîya ku me ji Rêber Apo girtiye, em di jiyana xwe de pêk bînin û bikin rêya xwe ya azadîyê. Bi saya şehîdên xwe û felsefeya Rêber Apo me perwerdeya xwe xelas kir. Em her serkeftinê ji bo jinan dixwazin."   Şagirtên ku beşdarî perwedeyê bûn jî  fikren xwe wiha parve kirin   Min parastina mafên jinê yên rewa bi vê perwedeyê nas kir   Endama Akademiya-Star Nadye Ebas  wiha got: "Ez  ji bo ku  sîstema xwe û jinê nas bikim, beşdarî vê perwedeyê bûm. Piştî perwerdeyê, min Netewa-Demokratîk û felsefeya Serok Apo hîn baştir nas kir û  min parastina mafê jinê yê rewa bi vê perwedeyê nas kir."   Tevlîbûna akademiyê dê pêşiya jinan ronî bike   Hevseroka Komînan û di heman demê de endama tendirustîyê ya taxa Ş. Moreye, Emîre Reşo diyar kir ku perwerdeya akademiyan ji bo jinan pêwistiyeke girîng e û wiha got: " Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî vê perwedeyê bûm. Hêvî dikim ku tevlîbûna akademiyê dê pêşiya jinan ronî bike."   Ez di vê perwedeyê de bûm xwedî îradeyeke hîn bi hêz   Endama Heyva Sor a Kobanê Ferîde Bozê diyar kir ku ji bo pêşeroja civakekê saxlem bibe divê ji serî de bê perwedekirin û wiha got: "Perwerdeya me pir baş derbas bû, di vê perwerdeyê de em hînî parastina malbat û civakê bûn. Ez di vê perwedeyê de bûm xwedî îradeyeke hîn bi hêz."   Ez bang li jinên Kobanê dikim ku hemû beşdarî vê perwerdeyê bibin   Endama tendurustîyê Miha Misto jî da xuyakirin ku pêşxistina jinê pêşxistina civakê ye û wiha got: "Ez bi tevlîbûna vê perwerdeyê agahiyên nû û hêja hîn bûm. Loma ji bo civakeke serkeftî û serbixwe ez bang li jinên Kobanê dikim ku hemû beşdarî vê perwerdeyê bibin."   Dewre bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û bi şahiyê bi dawî bû.