'Roj roja yekitiyê yê û piştevaniyê ye' 2017-11-13 12:50:22   AMED - TJA û DBP'ê ji bo Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku bi erdheja mezin re rûbirû mam banga piştevaniyê kir.     Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partia Demokratîk a Gelan (DBP) ji bo erdheja mezin ku duh li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmanî û li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê pêk hat a bi pileya 7.2  daxwuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê diyar kir ku ew ji malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê di wazin.   TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Êşên me çiqas mezin bin jî ger ku em destê xwe bidin hev û van êşên xwe parve bikin wê êşa me kêm bike û piştevaniya me ya bi hev re bi hêz bike. Em di vê roja bi êş de diyar dikin ku em li cem gelê Kurdistanê û jinên Kurdistanê ne. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi gelê li başûr û Rojhilatê Kurdistanê re bikevin têkiliyê û piştgiriya wan bikin. Em êşa xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane parve dikin û ji birîndaran re şifayê dixwazin."   DBP'ê jî diyar kir ku her ku diçe hejmara mirî û birîdaran zêde dibe û bana ku li dijî karasetê bikevin tevgerê kir. DBP'ê di peyama xwe de wiha got: "Em ji ber erdheja ku naveda wê bajarê başûrê Kurdistanê Helepçeye û bi pileya 7.2 pêk hat gelekî xemgîn bûn. Li gorî agahiyên ku heta niha hatine bidestxistin bi sedana welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Em bi tirsa ku dibe hejmara miriyan zêde bibe dijîn. Em bang li Kurdistaniyan û bi taybetî jî bang li Kurdistaniyên li Eweropayê dikin ku bi gelê li herêmên erdhej pêk hat re bibin piştgir û alîkariya wan bikin dikin. Roj roja yekitiyê ye û roja ku em êşên gelê xwe parvebikin e. Em êşa gelê xwe yê li Başûr û li Rojhilatê kurdistanê parve dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan re rahmetê û ji kesên birîndar re jî şîfayê dixwazin."