Ji bo jinên Çiyayê Kizwanan civîn hat lidarxisitin 2017-11-13 11:21:53   TILTEMIR - Meclîsa Kongra Star û Mala Jinê bi armanca danasîna zagonên jinê ji bo Gelê Ereb yê Çiyayê Kizwanan  civînek li dar xistin.   Zagonên jinê ku di sala 2014'an de ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatibûn erêkirin ji bo parastina jinê û hemû mafê wê yê jiyanê bû.  Ji bo ewlehî û parastina jinê heta niha gelek zagonên jinê hatine derxistin û ketine meriyetê. Hem ji bo zewaca temenê biçûk û hme jî ji bo pirzewac bê asteng kirin, danasîna van zagonan ji sala 2014'an de heta îro dewam dike û civîn tên lidarxisitin. Civak bi vê rêyê di derbarê vê rewşê de tê hişyarkirin. Ji bo bidawîkirina koletiya  li ser jinê û parastina wê ji hemû rengên îşkenceyê ev zagon pir faal in.   Di Adara 2015'an de Çiyayê Kizwanan ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve di Pêngava Ş.Rûbar Beyar de hat rizgarkirin. Li wir êdî xebatên avakirina ji nû ve û rêxistinkirina Gelê Ereb hat destpêkirin. Li çiyayê Kizwanan Meclîs û komîn hatine avakirin û êdî di nav xebatên rêxistinkirina gel de rêxistinkirina jinê jî dest pê kir. Bi armanca parastina jinê û hemû mafê wê yê jiyanê zagonên jinê bi rêya civînekê hatin danasîn.   Civîn li Şaredariya Gundê Xera ya li Çiyayê Kizwanan hat li dar xisitin. Rêveberiya Kongra Star Çinar Salih, Cîgirê wê Gulîxan Tahir, Terfa Fewaz, Emşe Seydo û Rêveberiya Mala Jinê Emel Baravî û Hevseroka Xeta Çiyayê Kizwanan Sekna Xilêf û bi dehan jin beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Rêveberiya Mala Jinê Emel Baravî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû jinan xwest. Emelê di axaftina xwe de ji jinên ereb xwest ku ew jî xwedî li zagonên ku ji bo parastina jinê hatine amadekirin derkevin û wiha got:"Di civakê ji bo zewaca temenê biçûk û pirzewac pêk nê û jin wekî kole neyên bikaranîn em hewl didin û em dixwazin ku hemû jin bi me re hewl bidin.”   Piştî xwendina zagonan sîstema hundirîn ya Mala Jinê, lijneyê Mala Jinê li ser çi bingehê hatiye  avakirin ji aliyê Cîgira Seroka Kongra Star Gulîxan Tahir ve hat xwendin. Piştre li ser zagonên jinê yê zewaca  di temenê biçûk û pirzewacê de nîqaş hatin kirin û hat diyarkirin ku êdî divê  gelê Ereb jî li dijî neheqiyên ku li jinan tên kirin derkevin û xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin. Êdî li hember zewaca bi temenê biçûk û pirzewacê bisekinin û bibe mînaka jiyana azad û wekhev. Gerek jin parastina mafê xwe, bikaribin baş biparêzin.   Civîn bi baldariyeke mezin û bi pirs û bersivan bi dawî bû.