Endamên Nîgargeha Efrîneriyê hatin xelatkirin 2017-11-12 18:08:58   EFRÎN-Bi armanca xelatkirina Endamên Nîgergeha Afrînarî Desteya Ciwanên werzîşê bi alîkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk şahiyek li herêma Efrînê li dar xistin.   Di bin hemleya "Serî hilde" Desteya Ciwanên Werzîşê bi alîkariya Nîgergeha Afrînariyê re wêneyekî mezintir  yê Rêberê'PKK ê Abdullah Ocalan çêkirin.   Piştî ku çêkirina wêne 6 rojan berdewan kir wêne diyarî zanîngeha Efrînê hat kirin. Bi vê armancê Desteya Ciwanên werzîşê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi şahiyekê Endamên Nîgergeha Afrînariyê li zanîgeha Efrînê xelat kirin.   Şahî bi beşdarbûna Endamên Desteya Ciwanên Werzîşê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Nîgergeha Afrînarî û bi dehan xwendekarên zanîngehê pêk hat.   Piştî deqeyek rêzgirtin Cîgirê Desteya Ciwanên Werzîşê Nesrîn Eluş ya Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif axivîn. Di destpêka axftinê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ku hatibû çêkirin li hemû xwendekarên Zanîgehê û li Rêberê PKK'ê PKK hat pîroz kirin.   Di axaftinên hatin kirin de wiha hat gotin: "Ji bo têkbirina komploya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin hemleya 'Serî hilde' ji aliyê ciwanên Rojava ve hatiye destpêkirin û bi çêkirina wêneya Rêber Apo bersîvek herî mezin ji dagikeriya tirk re hatiye dayin."   Her wiha hat diyarkirin ku armanca çêkirina wêneya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan li zanîngeha Efînê ew bû ku ji ber  Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şoreş û berxwedana xwe li zanîngehê dest pêkirbû ye. Ji ber vê yekê diyarîji zanîngeha Efînê re hat kirin.