Kongreya Star li Rojavayê Kobanê civîn li darxist 2017-11-12 16:34:37   Kawenda Hîlalî   KOBANÊ- Jinên Rêxistina Kongreya Star li Kobanê bi kom civînan pêşeroja xwe ava dikin.   Bi boneya xwediderketina li Rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, projeyên Kongra-Star û hilbijartinên meclîsan, Jinên Kongrey Star bi jinan re civîn li dar xistin. Li ser vî bingehî bi dehan jinên xeta rojavayê Kobanê li salona Kongreya-Star a Bajarokê Pelînê civîyan.   Civîn bi dakayek rêzgirtinê dest pêkir û piştî rêzgirtinê rêveberîya Kongreya-Star Leyla Çîya di despêka axaftina xwe de li ser Rewşa Rêberê PKK'ê axivî û wiha got: "Niha tu agahiyên me derabrê rewşa serokatî de tune ne. Dijmin dixwaze bi tecrîda girankirî û qutkirina hevdîtinan îradeya gelê kurd bişkîne. Her wiha di pêşîya me de li ser esasê projeya federaliya demokratik hilbijartinên me yên meclisan hene. Ji bo xwedî derketina li vê jî rola bingehîn dikeve ser milên jin. Ji bo vê jî em ê li dijî dijmin bi xwedîderketina li keda Rêbertiya xwe xeta tekoşîna azadîyê bilind bikin.   Di dawiya civînê de jinan ji bo perwerdeyê  daxwazên xwe anîn ziman û civîn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.