Li Bismilê serdegirtina malan 2017-11-12 15:50:29   AMED - Li Bismilê polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin û nêzî 30 kesî binçav kirin. Di nava binçavkirinan de hevşaredarê Bismilê yê ji kar hat girtin û rêveberên DBP’a nevçeyê jî hene.        Li navçeya Bilsmila Amedê polîsan di serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin û 30 kes kirin binçavan. Di nava kesên hatin binçvkirin de Hevşaredarê ji ser kar hat girtin û li şûna wî qeyyûm hat tayînkirin Alî Çelîk, Alîkarê Hevşaredaran Şeyhmus Aydin, Hevserokê DBP’ê yê kevin Celîle Kaplan û gelek rêveberên DBP’ê yên navçeyê jî hene. Hinceta binçavkirinan nehat zanîn.    Navê welatiyên hatin binçavkirin wihane: “Suat Karagoz, Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Mustafa Kurt, endamên DBP’ê Mehmet Înanç, Guven Tanrikulu, Endamê Meclîsa Şaredariyê DBP’ê Zeyettîn Araz û endamên DBP’ê yê navçeyê Abdullah Kurt, Hamdullah Yel, Fehîme Efe, Ceylan Efe, Mehdî Biçimli, Şakir Sunar û Muzaffer Sari."   Di heman demê de li gundê Alodîna yê Bismilê 9 jinên ku navê wan nehat zanîn jî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin anîn Amedê.