Jinek hat qetilkirin û yek jî bi giranî hat birîndarkirin 2017-11-12 12:25:06   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Anamurê mêrê bi navê Muhammet Çakar, Rahîme Ok qetil kir û li Edeneyê jî  mêrê bi navê Nuh Muhat Uludemîr jî jina bi navê Leyla D. bi giranî birîndar kir.   Li Anamura Mêrsînê mêrê bi navê Muhammet Çakar (27) jina bi naê Rahîme Ok qetil kir û piştre jî dawî li jiyana xwe anî. Ekîbên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê her du cenazejî rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê.   Herwiha li Edeneyê jî mêrê bi navê Nuh Murat Uludemîr jina bi navê Leyla D ku hev berdabûn dema ku di rê re diçû bi giranî birîndar kir. Mêrê ku xwest bireve ji aliyê niştecihên taxê ve hat girtin. Ekîba tendirûstiyê  Leyla D ya birîdar rakirin nexweşxaneyê. Hat aşkerakirin ku xeteriya jiyanê ya Leylayê berdewam dike.