Dema mirvo li Tirkiyeyê Girtiyek Roman be 2017-11-12 11:27:30   Evrîm Kepenek    STENBOL - Pirtûka bi navê "Turkiye'de Roman Mapus Olmak(Dema Mirov li Tirkiyeyê Gitiyek Roman be)" ku ji aliyê CISST'ê ve hatiye amadekirin balê dikişîne ser pirsgirêkên ku girtiyên roman li girtîgehan dijîn. Her wiha girtiyên Roman, ji ber ku di warê çandî de jî nayên qebûlkirin pirsgirêkên civakî dijîn.   "Ger ku pereyê te hebin tu dikarî ji bo xwe xebatkaran jî bigirî ji bo xizmeta te bikin" ev gotin di pirtûka bi navê "Dema mirov li Tirkiyeyê Girtiyek Roman be" ku ji aliyê Di Pergala Înfaza Cezayê de Komeleya Civaka Sivîl (CÎSST) ve hatiye çapkirin de cih digirin... Di pirtûka ku ji aliyê Tora Roman û CÎSST'ê ve hatiye amadekirin de pirsgirêkên ku romam di girtîgehan de dijîn cih digirin.    Kesek nizane ku çend roman di girtîgehan de cih digirin. Wezareta Dadê jî di çarçoveya qedexeya bidestxistina agahiyan de bersîva vê pirsê nade û wekî hincet jî 'cudakariya neteweyî' nîşan dide. Lê li dijî cudakariya neteweyî û çînî ku girtî pê re rûbirû dimînin jî tu ewlehiyê nagire.   Nikarin xwe îfade bikin   Li gorî agahiyên ku di pirtûkê de cih digirin pirsgirêka herî girîng ku welatiyên roman pêre rûbirû dimîn jî, nezaniya xwendin û nivîsandinê ye. Romanê ku xwendin û nivîsandinê nizanin, nameyên xwe bi kesêndin didin nivîsandin û di rewşeke lezgînde ji bo xwe daxwaznameyekê jî nikarin binivîsin. Ew jî tê wateya ku roman nikarin xwe îfade bikin.   Nikarin xwe bigihînin xizmeta tendirustiyê   Girtiyên roman, di warê xwegîhandina xizmeta tendirustiyê de jî pirsgirêkên girîng dijîn.  Dermankirina wan dikare bê astengkirin.  Herwiha girtiyên roman ji ber ku diwarê çandî de jî bi cudakariyê re rûbirû dimînin, pirsgirêkên civakî dijîn.   Xebatkara CÎSTT'ê ku pirtûk amade kiriye Aylîn Çelîkçî dibêje ku wan 4 mehan ji bo vê pirtûkê amade bikin lêkolîn kirine û ji bo ku teşe bidin romanê  ji daxwazname û agahiyên ku ji xizmên girtiyên roman girtine jî sûd girtine.   Aylîn anî ziman ku her kesên ku xwendin û nivîsandina wî tune be di girtîgehan de pirsgirêkan dijî û herî zêde girtiyên roman vê pirsgirêkê dijîn.   Aylîn diyar kir ku raporên li Ingilistan û Romanyayê hatine amadekirin jî di pirtûkê de bi cih kirine û anî ziman ku xebatên di  vî warî de li Tirkiyeyê tên kirin gelek kêm in.  Aylîn a ku bang li romanên li Tirkiyyê di girtîgehande ne jî kir diyar kir ku dema pirsgirêkên xwe ji wan re ragihînin ew ê bi wan re alîkar bibin û hewl bidin ku pirsgirêkên wan çareser bikin.   Aylîn herî dawî diyar kir ku xizmên girtiyan dikarin bi riya vê navnîşanê xwe bigihînin wan:   hapisteyabanci@gmail.com    Ji pirtûkê çen gotin...   "Daxwazname min dinvîsî. Hevalê min digot destnivîsa te xweşik e. Ezê ji falan derê re daxwaznameyê binivîsim û bi min dida nivîsandin. Ji hevalekî/ê re name dihat hevalek din dixwend."   Y. Ferîzlî Girtîgeha Tîpa L yê.