Li Tilkoçerê ji bo tundiya li ser jinê semîner hat çêkirin 2017-11-11 17:58:20   GIRKÊLEGÊ - Bi dirûşma "Hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinê ye" li bajarokê Tilkoçerê ji bo  tevahî neteweyan ên li Bajêr semînereke hat li darxistin.   Li Bajarokê Tilkoçerê yê girêdayî Girkêlegê li navenda Parastina Cewherî ji aliyê Koordinasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser bi tevlîbûna gelên bajêr ji bo  şîrovekirina  Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, semîner hat li darxistin. Her wiha  ji bo hilweşandina desthilatdariya mêr ku tunidiyê li jinê dike, simînerek hat dayin .    Semîner bi deqeyek rêzgirtina li ser rihê berxwedêrên azadiyê dest pê kir pişt re jî mijara tûndiya li ser jinê hat şîrovekirin.   Semîner ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê  Semîra Ebdilezîz ve hat dayin. Semîrayê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jin bi salan e ku bi êrîşên tund rû bi rû dimînin û tên qetilkirin. Ev tundî tevahî pêkanînên ji hişmendiya qirêj a pergala deslatdariyê ne ku zilmê li jinê dike. Lê belê bi pêşketina Şoreşa Rojava re em dikarin bêjin, êdî jin li hemberî hemû rengên  desthilatdariyê li ber xwe dide."    Semîrayê herî dawî wiha got: "Tekoşîna ku jinê heta niha di civakê de kiriye, hiştiye ku serkeftinên mezin werin bidestxistin. Divê ku êdî mêr rola jinê baş nas bike. Da ku zanibe bê jin civak ava nabe. Divê di destpêkê de em jinê azad bikin û tûndiya li ser jinê bi dawî bikin."   Semîner bi pirs û bersivên beşdarvanan bi dawî bû.