Mîtînga ‘Azadiyê Bir ser keve’ bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ dest pê kir 2017-11-11 14:30:33   AMED - Mîtînga ‘Azadiyê bi ser keve’ a ku bi pêşengtiya  TJA’yê û Meclîsa Jinê ya HDP’ê  hat lidarxistin, bi hatina jinan a qadê dest pê kir. Jinên ku herikîn qadan li gel gefên polîsan dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”  berz kirin.   Mîtinga ku bi dirûşma ‘Azadiyê bi ser keve’ û bi pêşengiha Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinê ya HDP’ê hat li darxistin, dest pê kir. Li qada mîtîngê panqartên “Bila taciz, tecawiz û tecrîd bi dawî bibe”,”Bi serîhildana jinê dê azadiyê bi ser keve”, “Jinê bi rojê azad bibin” hat daliqandin. Li ser dike jî panqarta mezin “Azadiyê bi ser keve” hat daliqandin. Qad bi alên TJA’yê û HDP’ê hat xemilandin.     Jin û ciwanên ku bi rengên kesk, sor û zer herikîn qadan govend kişandin û dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Polîsan diyar kirin ku dema ku gel dirûşmeya berz bikin ew ê êrîş bikin û her wiha polîsan nehişt mîtîng bi rêzgirtinê dest pê bike.   Hevseroka HDP’ê ya Giştî Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Berdevaka demî ya KJA’yê  ku  KJA bi KHK’ê hatibû girtin, Ayla Akat Ata,  Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dîlek Ocalan, Sibel Yigilalp, Meral Daniş Beştaş, Saadet Becerîklî û rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP-DBP û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn.     Li gel astengiyên polîsan jî gel dirûşmeyan berz dikin û govendê digerînin.