Li Mêrdînê di meha dawî de bi dehan girtî hatin sirgunkirin 2017-11-11 13:17:21   MÊRDÎN -  Di vê meha dawî de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’yê ya Mêrdînê tevlî ku jin jî di nav de 30 girtî hatin sirgunkirin.   Bi OHAL’ê re li gelek girtîgehan zextên li ser girtiyan zêde bûn. Yek ji van girtîgehan Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’yê ya Mêrdînê ye. Di vê meha dawî de 30 girtî sirgunî girtîgehên cuda bûn.   Navên girtiyan û girtîgehên ku hatine sirgunkirin wiha hat rêzkirin:    *Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Elezîzê: Ahmet Tokay, Ahmet Dogan, Davut Demir, Zafer Demir, Cengiz Çelik, Emin Kızıl, Abdullah Ongun, Abdullah Yılmaz, Azat Îpek, Besrim Yılmaz, Cafer Elikli, Yekta Bertan, Hakkı Ay, M. Naif Yusuf, Mehmet Kanar, Heval Oral, Emrah Akyol, Hakan Kuhak, Ahmet Yapıcı, Ercan Apalan, Ferhan Turk   *Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’yê ya Edirneyê: İbrahim Akbaba, Hasan İbrahim Ahmet, Omer Bayram, Hasari Emlik   *2’emîn Girtîgeha Girtî ya Tekirdagê: Mehmet Ejder Tur, Tahir Aktan, Ferat Abal   * Girtîgeha Tîpa T’yê ya Kandirayê ya Kocaelî: Zeytin Satıcı,  Nejla Atak, Leyla   Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin tê diyarkirin ku dê sirgunê zêde bibe.