‘Em ê xwedî li keda Rêberê xwe derkevin’ 2017-11-11 09:07:18   EFRÎN - Di çerçoveya çalakiyên ji bo diyarkirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şêniyên navçeya Mabeta ya herêma Efrînê meşeke bi meşale li dar xistin.   Bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Komîteya perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) û Kongreya Star meşek bi meşaleyan li dar xistin. Meş bi beşdarbûna endamên Kongra Star, endamên Komîteya Civaka Demokratîk û şêniyên navçeya Mabetê pêk hat. Çalakvanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan.   Meş ji pêşiya navenda çand û hunerê dest pê kir û bê navber bi dirûşmên  “Bijî berxwedana Îmraliyê” heta navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD)dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya li ser rihê berxwedêrên azadiyê daxwuyanî ji aliyê endamê KPCD’ê Serhildan Kilaşo ve hat xwendin.   Di daxwuyaniyê de wiha hat gotin:  “Ji 2015’an heta a niha tecrîdeke girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev tê wateya ku hukumeta AKP’ê dixwaze ku di kesayeta Rêber Apo de vîna Gelê Kurd bişkîne. Lê belê li hember acizbûna dewleta tirk Gelê Kurd xwe bi felsefeya Rêber Apo   girê dide û li pey bîrdoziya wî dimeşe.”   Di dawiya daxwuyaniyê de memosteyên KPCD’ê bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û kesên xwedî wijdan kirin ku li hember vê hovîtiya Dewleta Tirk helwesta xwe bidin nîşan dan û bê deng nemînin.   Meş bi silogana “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.