Dayikên Aştiyê: Girtina Nahîde dijhiqûqî ye! 2017-11-11 09:01:30   Pîroz Zirig   AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku li dijî girtina Endama Meclisa  Aştiyê Nahîde Ormanli bertek  nîşan da diyar kir ku girtina dayikên dixwazin xwîn û rondikên çavan rawestînin nayê qebûlkirin.     Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Nahîde Ormanli (60) ku di ecnama serdegirtina mala xwe ya di 31 Cotmehê de hat binçvkirin û piştre jî hat girtin dan. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Gulîstan Erîk diyar kir ku hikûmet bi girtina dayikan armanc dike ku kaosa  heyî kurtir bike û ev tişt got: "Jineke ku temenê wê gîhaye 60 - 70 salan dikare çi bike? Sedema bingehîn a vê dayikê êşa dilê wê ye û ji ber ku dilê wê diêşî naxwaze ku agirê di dilê wê de bikeve dilê dayikeke din."   'Em ê ji berxwedana azadiyê gavê paşve ne avêjin'   Gulîstan diyar kir ku bi salan e di bin banê Daykên Aştiyê de ji bo aşatiyê li ber xwe didin û got ku lê kesên ku di roja îro de ji bo aştiyê li ber xwe didin wekî "terorîst" tên binavkirin. Gulîstan destînîşan kir ku bi taybetî di dema îro de tê xwestin ku dayikan bi girtinan bêdeng bikin û li Mêrdîn Şirnex û Amedê binçavkirin zêde bûne. Gulîstan wiha got: Ev berxwedana dayikan hêjayî rêzgiritinê ye. Mafê her dayikekê heye ku daxwaza aştî û demokrasiyê bike. Divê ku rondikên çavan û xwîna tê rijandin bên rawestandin. Em ê her ji bo aştî û demokrasiyê li ber xwe bidin."   'Daxwaza me ya edaletê bi bê edaletiyê tê pêşwazîkirin'   Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî diyar kir ku bi zilma li dayikan tê kirin tê xwestin ku det û piyên wan bên girêdaan. Nezahat got ku ji ber dayik êşa herî mezin ji ber şer dikişînin herî zêde ew ji bo aştî û demokrasiyê li ber xwe didin. Nezahat bal kişand ser tecîrda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî destnîşan kir ku ew ê ber xwe dana xwe ya li dijî tecrîtê berdewam bikin.