Ji malbata Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê 2017-11-10 15:08:20   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bursayê dan.   Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan ji bo roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komara Bursayê dan.   Hamili Yildirim ku ew jî di Girtîgeha Îmraliyê de ye, birayê wî  Polat Yildirim ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bursayê da. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî ji bo  hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bursayê dan.