Jinan banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir 2017-11-10 13:22:31   AMED - Di pêşengiya jinan de wê sibê li Amedê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve" mîtîng bê lidarxistin, komîteya amadekar bang li şêniyên bajêr kir ku tevli mîtîngê bibin.   Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a  HDP'ê de wê sibehê li Amedê mîtînga "Wê azadî bi ser keve" bê lidarxistin. Komîteya amadekar li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Li ser navê komîteya amadekar parlamentera HDP'ê Feleknas Uca axivî. Felekê diar kir ku wan hemû amadekariyên xwe qedandine û ji bo ewlehiyê jî ji serê sibehê de det bi xebatan kirine.   'Demek dirêj e ku em dixebitin'   Parlamentera hedepê da zanîn ku hemû amadekariyên mîtîngê bi dawî bûne, aşkera kir ku demek dirêj e jin hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî kuştinên jinan xebatan dikin û ji bo mîtîngê li gelek navçeyan xebat hatine meşandine. Felekê destnîşan kir ku ew jin û gelê Amedê wê li dijî êrîşên li ser vîna wan û qetilkirina jinê têkoşînê bidin û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de têkoşîna ji bo azadîya gelê kurd û li dijî tecrîdê gelekî girîng e. Şerê heyî ne tenê pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka hemû aliyan e, divê her kes li dijî vî şerî tevli mîtîngê bibe. Wê jin di vê mîtîngê de ji tecrîd, şidet û kuştina jinan re bêjin bes e. Têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan wê dewam bike."   Mîtînga wê sibê saet di 12.00'an de bê lidarxistin, wê  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata û parlamenterên HDP’ê tevli mîtîngê bibin. Hunermendên bi navê Yasemîn Goksu, Hediye Vîranşehîr û Halîme Omerî jî wê derkevin ser dikê.