Dîlan Dîrayet Taşdemîr:Divê herkes bê mitîngê û dengê xwe bilind bike 2017-11-10 11:26:38   Rojda Aydin   AMED- Xebatên mitînga ku wê di pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê di 11’ê Mijdara 2017’an bi dirûşma ‘Wê azadî bi ser keve ’bê  lidarxistin berdewam dikin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a ku di nav xebatên mitîngê de cih digire got ku divê her kes tevlî mitîngê bibe û dengê xwe bilind bike.   Ji bo Mitînga ku wê di pêşengiya Meclisa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  û TJA'yê de di 11’ê Mijdara 2017’an bi dirûşma ‘Wê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin. Meclisa Jinan a HDP,DBP û TJA'yê  ji bo mitîngê xebatên xwe berdewam dikin. Xebat li navend û navçeyên Amedê bi nêzîkbûna mitîngê re zêdetir bûn. Di nav van xebatan de Berdevka Meclîsa jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî cih digire. Dîlan got ku Tirkiye di nav krîzekê de ye û  ji bo ku ev krîz ji holê bê rakirin di serî de jin divê bi giştî gelê kurd tevlî mitîngê bibe.   'Birez Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye'   Dîlan anî ziman ku  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de ye ne girtiyekî ji rêzê ye û ev tişt got: “Gelek projeyên Abdullah Ocalan ji bo azadiya Tirkiyeyê, çarseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û ji bo welatiyên Rojhilata Navîn bi hev re azad  bijîn hene. Ev jî tê wê wateyê ku fikrên Birêz Ocalan li Tirkiyê û Kurdistanê gelek girîng tên dîtin. Lewra jî Tirkiye di nav krîzeke sîyasî, civatî û aboriyê de ye. Li nav siyaseta derve û ya Rojhilata Navîn jî di nav krîzekê de ye. Ger ku naxwazin welat ber bi kerastekê ve biçe divê di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bêhiqûqî ji holê bê rakirin.”    ‘Divê Birêz Ocalan rola xwe bilîze’   Dîlan di dawiya axaftina xwe de got ku divê ew wek gelê Tirkiye û Kurdistanê carakedin  ji bo pêşeroja xwe û hem jî ji bo welat bingehên baş avabikin û divê azadiya civakî bihêztir bibe û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Ji bo ku ev tecrîd rabibe û ev bêhiqûqî ji holê rabe. Lewra jî ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêşikandin em ê 11’ê Mijdarê roja şemiyê saet 12.00’an de ji bo lidarxistina mîtîngê  li Qada Îstasyonê bin. Bi pêşengiya jina em hemû gelê kurd vedixwînin mîtînga ku wê bê lidarixistin.”