Greva Dayikên Aştiyê ya 'azadiyê' berdewam dike 2017-11-10 09:18:39 STENBOL - Dayikên Aştiyê yên ku li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, gotina aştî û azadiyê ku heta roja îro qet ji devê wan neketiye dubare kirin. Jinan got ku wan xe bi perspektîfên Abdullah Ocalan bi pêş xisistine û xwestin ku deriyê Îmraliyê bê vekirin. Dayikên Aştiyê yên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên Aştiyê ku li Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê di gerevê de ne bi stranê xwe yên aştiyê û bi laçikên spî yên li serê xwe berxwedana xwe geş dikin.   Dayikên Aştiyê sedema çalakiya xwe û daxwazên xwe wiha vegotin:    Perîhan Akbulut: Tu kes şer naxwaze. Mifteya aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye. Abdullah Ocalan îradeya siyasî ye. Em naxwazin ku xwîn bê rijandin. Bi salan e em aştiyê dixwazin. Lê aştî tenê bi Ocalan pêkan e.  Kesek nikare li hemberî vê hêzê raweste. Cîhanê serokatiya Ocalan qebûl kiriye. Heta ku Ocalan serbest bê berdan wê çalakiyên me berdewam bikin.   Gulê Çelîk: Ocalan rêberê me ye û em ji bo rêberê xwe di çalakiyê de ne. Ez dixwazim ku her kes karibe biçe Îmraliyê. Ocalan serokê min e û ez ji bo wî li vir im.   Ayşen Bozkurt: Ger ku Ocalan nebe em jî nabin. Bila tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd rabe  û em jî di nav aştiyê de bijîn.   Behiye Demîr: Heta sibehê ez nikarim razêm. Em bi saya wî li her derê ne. Dikarin derkevin kolanê. Ger ku ew nebûna em nikaribûn derketa devê derî. Bila serokê me ji ser serê me kêm nebe.