Xebatên ji bo mitîngê berdewam dikin 2017-11-09 17:08:44   AMED-  Bi pêşengiya Meclîsa Jinan ya HDP’ê di 11’ê Mijdara 2017’an de li Qada Îstasyonê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve" mîtîngê bê li dar xistin. Xebatên ji bo mîtîngê bê navber dewam dikin.   Xebatên mîtînga ku dê DBP, HDP û TJA’yê di 11’ê Mijdara 2017’an de li Qada Îstasyonê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve"  maye bê lidarxistin bênavber berdewam dikin. Parlementerên HDP’ê, Endam û Rêvebirên TJA û DBP’ê li navend û navçeyên Amedê ji bo  tevlibûna mîtîngê bang kirin û belavok belav kirin.