Jinên Efrîn: Bi rihê berxwedana Kobanê wê Efrîn xwe biparêze 2017-11-09 09:18:22   Orîvan Mustefa   EFRÎN - Jin û mamosteyên ku derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku ew ji bo hemû êrîşan amade ne û ew ê dewleta tirk bersiva pêwist bigire.   Ruxmî hemû êrîşên dewleta Tirk ku li derdorî herêma Efrînê didomin, gelê Efrînê bi bawariya hêzên xwe ya cewherî jiyana xwe bi aramî dewam dike. Jin û maosteyên Efrîna pîroz helwesta xwe li himberî van êrîşan nîşan dan.   'Dewleta tirk nikare axa Efrînê dagir bike'   Jina bi navê Nadye Hebîb diyar ki ku Hikumeta AKP'ê nikar desdirêjiyê li xaka Efrînê bike û wiha got:" Dewleta tirk çiqas êrîşên xwe li ser me giran bike em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila la nebêjin ku wê karibin axa pîroz a Efrînê bi hêsanî dagir bikin. Em bi fikir û Felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin û tu carn tesîm nabin." Nadya di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Efrînê ji bo axa xwe biparêze amade ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zerokên me ji bo parastina axa xwe li hemberî hemû êrîşan amade ne. Ger ku pêwîst bike em jin û dayik jî em ê tevli zarokên xwe bibin, em ê  çekê xwe bidin ser milê xwe û derkevin qeda şer."   'Em axa xwe bernadin'   Jina bi navê Arziyê Ismaîl jî ev tişt got:"Çi bibe bila bibe em li dijî hemû top û tangên dewleta tirk amade ne ku parastina xwe bikin û em dest ji axa xwe bernadin."   'Wê dewleta tirk negihêje armanca xwe'   Maomsteya ziman Rengîn Mehmûd jî bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa rojavayê Krudistanê da û wiha destnîşan kir:" Dewleta kurd her çavên wê li axa Kurdistanê ye lê wê negihêje armanca xwe û wê nikaribe hêza me bişikîne. Li gel hemû êrîşan jî em jiyana xwe ya rojane berdewam dikin."   'Wê Efrîn bi rihê berxwedana Kobanê xwe biparêze'   Mamosteya bi navê Zîlan Hebîb jî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û ev tişt got:"Çawa ku gelê kurd berxwedanek bê hempa li Kobanê meşand ew ê ji bo Efrînê jî bimeşîne û xwe biparêze."