ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-09 09:00:22   * Grêvên birçîbûnê yên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê şikandin û ji bo azadiyê dest pê kiribûn, pêl bi pêl mezin dibin. Jinên ku azadiya Rêberê PKK'ê wekî azadiya xwe dibînin  wiha gotin:"Ku rêyek ronî li pêş me hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe."   *Meryem Ozgezer a ku li dijî hilweşandina Sûrê mala xwe terk nekir xwe 'Di nava xirabeyan de wekî jina bi tenê' pênase dike. Meryem got "Tenêhiştin ne çarenûsa Sûrê ye" û dibêje ku piştî çend serdanan Sûr dîsa hatiye jibîrkirin. Meryem li dijî van hemû neyîniyan wiha dibêje: "Ne av heye û ne jî ceryan lê ez bi hêvî me." DÎMEN HEYE   *Li navçeya Elbaxê dayika Şerîfe bi salane ji giyayên ku li Kurdîstanê şîn dibin derman çêdike û nexweşiyan bi dermanên xwe yên xwezayî derman dike. Şerîfeyê diyar kir ku sedema peydabûna nexweşiyan bikarneanîna giyayên Kurdîstanê ye û got ku her giyayek dermanek e. DÎMEN HEYE   * Derbarê qetilkirina Rûken Demîr a ku li Rezanê di 12 Îlona 2015'an de hat qetilkirin bêyî ku lêkolîneke bi êrêk û pêk bê kirin ji aliyê dozgeriyê ve biryara "Lêgerîna daîmî" hat derxistin. Malbat dibêje ku Rûkenê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest daye lê li gorî dozger PKK'yiyan Rûkenê kuştiye. Parêzerê malbata Mesut Beştaş jî dosyaya "Bi bîriyara lêgerînê" ku tê xwestin bikeve ber demboriyê şand DMME'yê.    *Jin û mamosteyên ku derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku ew ji bo hemû êrîşan amade ne û ew ê dewleta tirk bersiva pêwist bigire. DÎMEN HEYE   *Jiyana gundan her xweş û bi wate ye, jinên li gundên  Tiltemir jî vê yekê bi jiyana xwe ya xwezayî ku berdewam dikin tekez dikin. DÎMEN HEYE