Ji bo Mîraz yê zarok li dîwarê girtîgehê perperok hatin xêzkirin 2017-11-08 12:06:22   STENBOL - Ji bo zarokê bi navê Mîraz yê yeksalî ku bi dayika xwe Gulîstan Dîken Akbaba re li Girtîgeha Maltepeyê tê girtin, perperok û çwîkên ku Mîraz dixwaze wan bibîne li dîwarê girtîgehê hatin xêzkirin. Mîraz yê ku ji bo wî ji aliyê dayika wî û jinên din ên li girtîgehê li dîwarê hewadariyê çûk û perperok hatin xêzkirn û li binê wan wêneyan jî wêneyê wî hat kişandin bextewariya wî li ser medyaya civakî hat parvekirin.   Gulîstan Dîken Akbaba ya ku li Partiya  Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Maltepeyê ku hat girtin rêvebertî dikir di 19'ê sibatê de hatibû girtin. Gulîstan ji doza ku 2013'an de dihat darizandin piştî ku sal û nîvekê girtî ma hat tahliyekirin. Gulîstan piştî ku ji doza jê dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza girt, bi zarokê xwe Mîraz re hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.  Dadgerê Dadgeha 16'emîn a Cezayê Giran ku doza Gulîstan bi rê ve dibir Mehmet Ekîncî  jî di 28'ê çileyê de ji endamtiya FETO'yê hat girtin. Ji ber ku li girtîgehê dermanê divê ji Mîraz re bihata dayîn nehatin dayîn malbata Gulîstanê di 2'yê Adarê de ji bo ku Gulîstan bê berdan li ser change.org ji bo ku ji Wezareta Dadê re bişîne kampanyaya îmzeyê da bû destpêkirin.   Li gel ku her kes li hêviyê bû Zarokê bi navê Mîraz û dayika xwe bên berdn, di 11'ê Nîsanê de Mîraz û dayika xwe sergûnî Girtîgeha Gebzeyê hatin kirin. Zarok Mîraz yê ku di 7 mehkiya xwe xwe de girtîgeh nas kir niha 17 mehî ye.    Li tirkiyeyê di girtgîhan de li gel zarokê bi navê Mîraz 667 zarkên ku hîna pitikin di girtîgehan de tên girtin.   Çûk û perperokên ku Mîraz dixwaze bibîne û destûr nayê dayîn ku bibîne, ji aliyê dayika Mîraz û hevalên wê yên li girtîgehê li dîwarê hewadariyê yê girtîgehê hatin xêzkirin û bextewariya ku dema Mîraz ew wêne jî dîtin ji aliyê wan ve hat kişandin û ji derve re hatin şandin.