Dayik li derve keça wê li hundir li ber xwe didin 2017-11-08 11:17:45   Hîkmet Tunç /Dîlan Babat   WAN - Dayika Aynê ya ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, pirtûka ku keça wê li girtîgehê nivîsiye saniyeyekê jî dest xwe nayne û berxwedana xwe berdewam dike.  Dayika Eynê li derve û keça  wê Leyla jî li hundir ji bo daxwazên xwe berxwedana xwe mezin dikin.   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike  û kurd û dostên wan jî li Ewropa Kurdistan û li Tirkiyeyê şermezarkirina tecrîdê berdewam dikin. Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di rojên borî de ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin diyar kiribûn ku wan li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine. Li derve jî di pêşengiya DBP, HDP û TJA'yê de li gel saziyên sivîl ên curbicur bi çalakiyên ku li dar dixin dixwazin tecrîdê bişikînin.     Grevên birçîbûnê yên ku di çarçoveya van çalakiyan de hatin destpêkirin jî bajar bi bajar belva dibin û berdewam dikin. Çalakiya grevê ya ku li wanê di pêşengiya jinan de hat destpêkirin a bê dem û dorveger di roja 7'an de berdewam dike.   Di destên wê de pirtûk li ser zimanê wê aştî...   Greva birçîbûnê ku li avahiya DBP'ê hat destpêkirin û berdewam dike rastî eleqeyek mezin a gel tê. Di vê çalakiyê de dayikek aştiyê ya ku pirtûka bi navê "Konjonkturel Kîmlîk: Saîdî Kurdî, Saîdî Tirkî, Saîdî Arabî" ji destê xwe danayne bala me dikişîne. Piştre em têdigihîjin ku dayika di grevê de û pirtûkê ji destê xwe danayne dayika Leyla Atakan a ku nivîskara pirtûkê ye. Ji devê vê dayikê bi carekê re gotina "Ez jin im, dayik im, şer naxwazim aştiyê dixwazim" tê xwarê.   Dayika Aynê di berdewamiya axafitna xwe de wiha dibêje: "Ez ji derekê koçber nebûm. Bi salan e li ser vê axê dijîm, dayika min li vir hat dinê, dapîra min li vir bû. Em li ser vê axê hatin dinê û em ê li ser vê axê bimirin."   Bi pirtûka Leylayê li ber xwe dide   Dayika Aynê ku pirtûka keça xwe Leyla Atabay a di girtîgehê de ye qet ji destê xwe danayne, bi vê pirtûkê li ber xwe dide. Di jêrenota pirtûkê de tê gotin ku Leylayê her xwestiyê bixwîne û ji bo ku bixwîne berxwedana wê ya li dijî bavê wê jî cih digire.   Dayika Aynê diyar kir ku keça wê Leyla di salên ku diçû lîseyê de tevli berxwedana azadiyê bûye û niha 36 sal cezayê girtîgehê girtiye û di girtîgehê de tê girtin. Dayika Aynê dibêje ku Leyla sirgûnî kîjan girtîgehê dikin ez jî sirgûn dibim û ji bo biçim hevdîtina wê girtîgeh bi girtîgeh digerim. Dayika Aynê vê rewşa xwe bi van gotinan vedibêje: "Temen diqede lê rê naqedin."   'Serokê me ji mafên xwe bê par dimîne'   Dayika Aynê diyar kir ku keça wê di 20 saliya xwe de ketiye girtîgehê û wiha bahsa keça xwe kir: "Dibe ku ji ber berxwedana wê ya mafdar be, Leyla her ciwan ma. Leyla niha li Girtîgeha Elbîstana Gurgumê ye û li dijî tecrîda li ser Rêberê me di greva birçîbûnê de ye. Ez jî li vir di greva birçîbûnê de me. Wekî ku mafê her kesî ye mafê Abdullah Ocalan e jî ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Serokê me ji mafên xwe bê par dimîne."   Dayika Aynê ya ku got ew û keça xwe bi azadiyê bawer dibin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin ku serokê me demek berî demekê azad bimîne. Ji ber ku em jin bi saya wî zane bûn. Ez dixwazim ku hem Serokê me û hem jî girtiyên siyasî yên li girtîgehan serbest bên berdan."