Wê jin di 11'ê Mijdarê de bi reng lîlandin û dirûşmên xwe li qadan bin 2017-11-08 09:10:48 AMED - Ji bo mîtînga ku wê di 11'ê Mijdarê de di pêşengiya Meclisa Jinan a HDP û TJA'yê de li Qada Îstasyonê ya li Amedê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve"  bê lidarixistin ji aliyê Hevseroka Bajêr ya DBP'a Amedê Ruken Akça ve banga tevlibûnê hat kirin. Rûken got "Em ê bi hev re bi deng, hêz û lîlandina xwe reng bidin qadê." Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, wê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 11'ê Mijdarê de li Qada Îstasyonê ya li Amedê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve" mîtîng bê lidarxistin. Ji bo mîtînga ku wê li Qada 5'ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) bê lidarxistin xebatên jinan bê navber berdewam dikin. Jinên ku amadekariya mîtîngê dikin kolan bi kolan, mal bi mal digerin û gelê vedixwînin mîtîngê. Hevseroka Bajêr ya DBP'a Amedê Rûken Akça ya  ku di nav xebatên mîtîngê de cih digire wiha banga tevlibûna mîtîngê kir: "Werin em bi hev re bi deng, hêz û lîlandina xwe  reng bidin."    'Em ê di pêşengiya TJA'yê de mîtîngê li dar bixin'   Rûken diyar kir ku her roj  Roja Têkoşînê ya bi  Tundiya li ser jinê ye û got ku ji bo jin tundiya li dijî jinê tê kirin bi dawî bikin divê ku her roj li qadan bibin. Rûkenê anî ziman ku ew di sedsala 21'emîn de dijîn lê jin hîna tên qetilkirin û  ev jî ji aliyê desthilatdariya baviksalar ve tê kirin. Rûken di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo ku em kuştina jinan rawestînin divê ku em dest bidin hev û li qadan biqîrin. Ji ber vê em bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de wekî BDP û HDP'ê xebatên xwe berdewam dikin.  Em ê li Qada Îstasyonê di 11'ê Mijdarê de mîtîngê li dar bixin."