Asya Çelîk a di serdegirtina malê de hat binçavkirin serbest hat berdan 2017-11-07 16:04:59   AMED - Hevjîna Murat Çelîk ê ku di encma serdegirtina malê de li Amedê hat qetilkirin Asya Çelîk serbest hat berdan.   Li Taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê di 3'yê mijdarê de bi ser malekê de hatibû girtin. Di encma serdegirtina malê  de polîsek hatibû kuştin û 9 polîs jî hatin birîndarkirin. Hevjîna Murat Çelîk ê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Asya Çelîk jî hatibû binçavkirin.  Asya ya ku bi îşkenceyê hat binçavkirin, duh êvarê piştî ku îfadeya wê li emniyetê hat girtin serbest hat berdan.     Herwiha cenazeyê Murat Çelîk ê ku jiyana xwe ji dest da ev 5 roj e ku li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tê girtin. Malbata Murat ji bo ku cenaze bigirin serî li serdozgeriyê da lê heta niha tu bersîv ji wan re nehatiye dayîn.