DAIŞ'ê li Dêra Zorê bi sedan sivîl qetil kirin 2017-11-05 17:03:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din DAIŞ'ê li dijî gelê Dêra Zorê êrîş pêk anî. Di encama êrîşa DAIŞ'ê de nêzî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.    Şevê din DAIŞ'ê li dijî sivîlên Dêra Zorê êrîşa komkuj pêk anî. Sivîlên ku ji bomberdûmana balafirên şer ên rejîmê û ji êrîşên DAIŞ'ê reviyan û berê xwe dan herêmên QSD'ê, careke din bûn hedefa DAIŞ'ê. Li herêma navbera Konika û Cefrayê, sivîlên ji Dêra Zorê hatibûn dema ku di benda kontrolê ya QSD'e re derbas dibûn, DAŞ'ê wesayiteke bombebarkirî di nava wan de teqand. Di teqînê de agir bi 20 wesayitên ji Dêra Zorê hatibûn û sivîl tê de bûn ket.  Li gorî agahiyan nêzî 100 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan.    Di êrîşa ku li nêzî kampa koçberan pêk hat de hejmareke zelal ya derbarê kuştiyan de nehat zanîn.