'Jin ne nîvê civakê bingehê civakê bi xwe ne' 2017-11-05 16:24:04   Sorgul Şêxo   DÊREZOR- Rêvebera Mala Jinê ya Dêrezorê Rûqeya Cîhad li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û li ser asta ku jin bi felsefeya Abdullah ocala hatine çi astê de nirxandin kirnir.    Rêvebera Mala Jinê ya Dêrezorê Rûqeya Cîhad li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û li ser asta ku jin bi felsefeya Abdullah ocalan di hatine çi astê de nirxandin kirnir. Rûqeya  Cîhad di serî de komplo şermezar kir û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd bi salan ne di bin tecrîtek girankirî de tê girtin. Eez vê tecrîdê şermezar dikim. Îro em bi fikir û felsefeya Rêber Abdulla Ocalan xwe ji nû ve ava dikin û dibin xwedî vin."   Rûqeya balkişand ser asta pêşketina jinan di civakê de û wiha pêde çû: "Ez ê hinekî li ser rewşa jina berê biaxivim.  Jin glek têkoşînê dide, lê hin bi temamî zincîrên koletiyê neşikandine. Êdî gaveke ber bi azadiya xwe ve jî avêtiye. Di civakê de jin tenê ji bo mal, mêr û xwedîkirina zarokan hatibû naskirin. Lê niha di riya fikir û felsefeya Rêber Abdulla Ocalan de ku jinê ber bi azadiyê ve dibe dikarin li hemberî  koletiyê bisekinin. Dema jin bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan azad dibe, dikare civaka xwe jî biparêze û birêve bibe. Jin ne nîvê civakê ne jin bingehê civakê bi xwe ne."   Rûqeya anî ziman ku jin piştî naskirina firên Rêber Apo bi gavên girîng pêşve çûne û wiha pêde çû: "Berê di civaka me de her tişt qedexe bû. Ez dikarim bêjim ku jin ji her aliyan ve bi zincîrên koletiyê  hatibû fetisandin. Bi taybetî  jî ji bo civaka ereb. Lê jin îro guhertinên mezin bi xwe re çêdike û ev bandora xwe li ser civakê jî dike. Ew lênêrtina ereban a li jinê bû sedema derketina DAIŞ'ê û belavbûna wê.  Lê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan me  xwe weke jin di Dêrezorêde isbat kir."   Rûqeya, di dawiya axaftina xwe de azadiya Ocalan xwest û wiha got: "Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan qet qebûl nakin. Ez bang li hemû gelên cîhanê dikim ku li hemberî dewleta tirk bibin yek û azadiya ocalan bixwazin daku hevdîtin bi Rêber Apo re were çêkirin.  Divê ku rêxsitinên mafên mirovan êdî rabin û vê yekê zelal bikin. Ger ku Rêber Apo azad nebe jin jî azad nabe."