'Çeka dagirkeran bandor li fikrên azad nake' 2017-11-05 14:45:02   Lîlav Elî- Fîdan Rêzan   EFRÎN- EndamênYekîneya Parastina Jinê (YPJ) yên  Afrînê  li ser êrişên dewleta tirk ên li ser Efrînê û Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan nirxandinên girîng kirin. Di nirxandina hat kirin de hat diyarkirin ku amanca  êrişên dewleta tirk yên li dijî  Herêma Efrîne,tunekirina kurda ne."   Di van demên dawî de dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li gelek deverên herêma Efrînê pêk tîne û hewil dide ku vîna gelê kurd bi êrîşên xwe bişkîne. Lê belê hêzên YPJ'ê û YPG'ê yekser bersivê din van êrîşan û li hemberî hêzên dagirker li ber xwe didin.  Di vê çeçoveyê de endama Yekîneya  Parastina Jinê (YPJ)  Newroz Ahmet nirxandin kir û wihagot:" Dewleta tirk a dagirker her roj êrîşên xwe li ser herêma Efrînê  pêk tîne û dixwaze îradeyê gelê kurd bi êrîşên xwe têk bibe. Lê belê em weke Yekîneyên Parastina Jin em ê şopdarên berxwedêr Arîn, Sakîne, Bêrîtan bin û ji bo neteweya demokratîk li her qadê şer bikin."   Newroz, di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir ku mabesta êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Efrînê ew e ku  axa Efrîn dagir bike û ev tişt got: "Dewleta Tirk bila baş bizanibe ku çiqasî bi çekên xwe yên giran êrîşî axa Efrînê  bikin jî,wê tu caran li ser me bandor nakin. Ji ber ku em her tim li ser fikir û felsefaya Rêber APO dimeşin."   Newroz di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku cihê xwe di nav refên YPJ'ê de bigrin û ji cîhanê re îsbat bikin ku tu hêz nikare li hemberî hêza jinên kurd şer bike.   'Armanc tunekirina kurdan e'   Her wiha EndamaYPJ'ê Alcîn Çiya jî bal kişand ser êrîşên ku tên kirin û wiha got:"Dîroka kurdan bi hovîtiyên dewleta tirk tijî û  Ev êrîşên ku niha li ser kurdan pêk tîne jî ne tiştekî nû ye. Armanca van êrîşan jî tunekirina kurdan e."   Alcîn Çiya helwesta xwe  ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan jî wiha anî ziman: "Di van demên dawîN de dewleta Tirk komloyeke girankirî li ser gelê kurd û Rêber Apo pêktîne. Sedema van êrîşan jî tirsa dewleta tirk ya ji fikir û felsefeya Rêber Apo ku li tevahiya cîhanê belav bûye ye."   'hêzên YPJ'ê amade ne'   EndamaYPJ'ê Nûdem Kobanê jî daxuyakirin ku YPJ  ji bo bersivdayina êrîşên li ser Efrînê tê kirin amade ye û  banga li tavahî jinên ciwan kir ku tevli refênYPJ'ê bibin axa Efrînê biparêzin.