Jin bi keda Abdullah Ocalan pêşket! 2017-11-05 14:16:47   îlham Eloso   KOBANÊ-Jinên Kobanî ku rola herî girîng di Şoreşa Rojava de lîstin îro cihê xwe di qadên parastinê de bi keda Rêberê Gelên Kurd Abdulah Ocalan digrin.   Piştî Şoreşa Rojava ku çirûska destpêkê  di Kela berxwedanê de pêket, jinên Kobanê dest bi rêxstina hêzên jin kirin. Di milê siyasî, civakî û leşkerî de asteke baş girtin. Jinê bi rista pêşengtiyê  xwe  û civaka xwe  perwerde kir. Niha jî jin cihê xwe di qadên parastinê de weke asayîş, trafîk, HPC û YPJ`ê de digirin.    Di vê çarçoveyê de Rêvebera Asayîşa Jin ya Kantona Kobanê Narîn Mustefa û rêverbera Tirafîkê Rozîn Mustefa axivîn û diyar kirin ku dê jinên Kobanê bi zanista xwe ax û welatê xwe biparêzin û  li bajarê Kobanê jin di hemû saziyan de perwerdeyê didin. Narîn Mustefa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di dema îro de ji ber ku jin xwe perwerde dikin û di dayîna perwerdeyê pêşengtiyê dikin, ji bo civaka me dibin moral. Îro saziyên Kobanê bi rengê perwerdeya jinê tên xemilandin."   Narîn diyarkir ku mêr mêr dixwazin desthilatdariya xwe ya li ser jinan berdewam bikin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha  got:  "Em weke jin dixwazin ku dengê me bighêje jinên ku hîna desthildariya zilaman li ser wan heye û ji wan re dibêjim ku  êdî bese! Bila jin rabin ser piyan û cihê xwe di nava şoreşê de bigrin."   'Jin deyndarê Rêberê xwe ne'   Her wiha Rêveberiya Tirafîka Kobanê Rozîn Mustefa jî derbarê pêşketina jinê de axivî û wiha got:  "Dema ku ez ketim nava karê pratiyê ez zêdetir pêşketim û min ew giraniya ku jin çawa xwe pêşbixe dît. Ez fêrî ku divê jinek çawa dikare cihê xwe di nava kar de bigre de bigire û  bi erka xwe re rabe bûm. Ji bo vê jî asta ku jin hatiyê girîng e. Ev asta ku jin niha hatiye bi keda Rêber Apo  Rêber Apo di gotineke xwe de dibêje 'Ez bi hêviya ku ew kenê  jinê yê jê hatiye dizîn vegerînim dijîm. Bi vê yekê jî îro me xwe bi keda Serok Apo naskir."