KCD: Civaka ku bi pêşengiya jinê tê birêxistinkirin ceza dikin 2017-11-05 11:38:30   AMED -KCD'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi dayîna 10 sal cezayê ji Parlamnetera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak re civaka ku dipêşengiya jinê de tê birêxistinkirin hatiye cezakirin û xwest ku Selma demildest serbest bê berdan.   Di çarçoveya operasyonên li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a gelan HDP de ku di 4'ê mijdara 2016'an de hatin kirin, Palamentera HDP'ê ya Colemêrgê  Selma Irmak hatibû girtin. Li Selma Irmak a ku girtî dihat  darizandin ji ber xebatên wê yên Kongra  Civakên Demokratîk (KCD) 10 sal ceza hat birîn. KCD'ê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de her tim li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina çandî û fîzîkî meşandiye. Niha ev qirkirina bi destê îktîdara AKP'ê ve bi awayekî herî hovane tê meşandin. AKP li aliyekê faşîzma xwe li ser gelan dimeşîne û li aliyê din jî daraz kiriye ya AKP'e û hemû muxalîfan davêje girtîgehê."   KCD'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser Tifaqa faşîst a AKP - MHP'ê jî û ev tişt hat  gotin: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, bi darbeya OHAL û KHK'ê re çi ji destên wan hat li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê meşand.  Em îro merhaleya faşîzan a van pêkanîn dijîn. Ev hişmendî hemû nirxên civakê desteser dike, tune dihesibîne, êrîş dike û komkujiyan dike. Hemû muxalefa civakê hedef digire."   KCD'ê operasyonên 4'ê mijdarê jî bi bîr xistin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat ghotin: " Bi operasyona qirkirina siyasî ya 4'ê Mijdara 2016'an di nava wan de Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgenyuksekdag, Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel jî hene gelek parlamenter û siyasetmedarên kurd binçav kirin û girtin. Siyasetmedarên kurd ev salek e bi destê daraza AKP'ê li girtîgehan rehîn tên girtin û ceza li wan dibirin. Hevseroka me ya berê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 10 sal ceza lê birîn. Ev ceza nîşan dide ku bê daraz çiqasî bûye parçeyeke darbeya OHAL'ê."   KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de cezayê li Selma Irmak hat birîn şermezar kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: " Daraza AKP'ê bi van cezayan dixwaze civaka rêxistinkirî ya bi pêşengiya jinan derketiye holê û siyaseta demokratîk ceza bike. Divê were zanîn ku ev cezayê  li selma birîne ne di hiqûqê de û ne jî di wijdanê gel de tu cihê wê tune ye. KCD ji damezrandina xwe heta niha xebatên xwe bi awayekî vekirî û bi gel re meşandiye û dimeşîne. Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku ji ber van xebatan cezakirina selma bi tu awayî nayê qebûlkirin. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk daxwaz dikin ku di serî de birêz Selma û hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan. Ji gel, sazî û dezgehên demokratîk re jî banga me ew e ku li hemberî daraza AKP'ê helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin û bi hemû girtiyên siyasî re di nava tevkariyê de bin."