‘Em qanûna ku Erdogan erê kiriye qebûl nakin’ 2017-11-05 09:26:54   WAN- Rêveberên HDP’a Îpekyolê ya Wanê, der barê qanûna miftitiyê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatiye erêkirin de wiha gotin: “Em qanûna ku Erdogan erê kiriye qebûl nakin.”   Qanûna Miftitiyê tevî hemû îtîrazên jinan di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de hat erêkirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî ji bo qanûnê got ‘hun qebûl bikin jî nekin jî wê di meclîsê re bê derbaskirin’ û erê kir û qanûn ket meriyetê.  Piştî rayeya birîna mehrê ji bo miftiyan hat dayîn butçeya Diyanetê derxistin 7 mîlyar 774 mîlyon TL’yî.  Diyanetê daxuyakirin ku ji bo miftî hewcedariyên xwe dîzayn bikin wê 21.5 mîlyon TL’yî xerc bikin.   Bertekên jinan yên li dijî pêşnûmeya ket meriyetê didomin. Hevseroka HDP’a Îpekyolê Nermîn Unatê  da zanîn ku AKP bi van qanûnan hewl dide jinan bike kemînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûn wê pêşiya zewacên zarokan vebikin. Li herêma Serhedê zextên li ser jin û zarokan gelek zêde ne. Li Wanê eşîr gelek zêde ne.Dema zarokek rastî îstîsmarê tên malbat ji bo teşhîr nebin diçin meleyan û mehrê dibirin.   ‘Emê heta dawî têbikoşin’   Rêvebera HDP’a Îpekyolê Behîce Abî jî daxuyakirin ku qanûn wê pêşiya pirzewaciyê vebike û di berdewamiyê de ev tişt daxuyandin: “Ew heta dikarin bila van qanûnan bikin meriyetê. Em jin wê heta dawî têbikoşin. Emê ti car vê qanûnê qebûl nekin. Yên ji bo îstîsmara zarokan dibêjin ‘ji carekê tiştek nabe’ îro bi qanûnan rêya vê vedikin.  Li meclîsê her tim li ser bedena jinê pêşnûme tên amadekirin.Em vê qebûl nakin.”