Li girtîgeha Sîncanê jinên silav dan hev cezayê hucreyê girtin 2017-11-05 09:22:38 ENQERE-Zeynep Avci ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, di nameya ku şand de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne nivîsî. Zeynebê da zanîn ku rengên cur bi cur hatine qedexekirin û pêngav bi pêngav derbasî pêkanîna cilên yek ren tê kirin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê gotina ‘slav, merhaba û hembêzkirin’ qedexe kiriye û ji ber vê cezayê hucreyê dane seroka giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û girtiyên din.” Piştî hewldana darbeyê bi OHAL a hat îlankirin re li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêdetir dibin.  Zeynep Avci ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê dimîne di nameya ku şand de balkişand ser binpêkirinên mafan yên zêde bûne. Zeynebê her wiha got wê li dijî ferzkirina pêkanîna yek tîp cil û bergan jî wê têbikoşin.   Zeynebê di berdewamiya nameya xwe de wiha got: “Ev demek dirêje li girtîgeha Sîncanê qedexe, sînorkirin û binpêkirina mafan tê jiyîn. Ji xwe faliyetên spor, kurs û her wekê din hatine rakirin. Bi saetên sînorkirinê di rojên diyarkirî yên hefteyê de girtiyên tên cem hev jî rastî pêkanînan tên.  ji bo her hevalî di korîdorê de dibêjin ‘wisa bisekine’, ‘derbasî wir be’ ‘ li wir bisekine’.  Armanca wan eve pirsgirêkand erxin holê. Slavdayîn û hev hembêzkirin jî hatiye qedexekirin.”   Ji bo hembêzkirinê cezayê hucreyê   Zeynebê bûyerek ku bûye şahidê wê wiha vegot: “Herî dawî heval rojekê di korîdorê de sohbetê dikin û xatir ji hev dixwazin. Hev hembêz dikin. Di wê navberê de mudaxale dikin û dibêjin ‘qedexeye’. Yek ji van hevalan Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otluye. Cezayê hucreyê dan wan. Her wiha gelek cureyên rengan jî qedexe kirine.Bi vê re pêkanîna yek tîp cil û bergan ferz dikin. Lê em van qebûl nakin û wê heta dawî berxwe bidin.”