Ji Stenbolê mêzekirina li Sûrê 2017-11-05 09:18:14 Zulal Koçer STENBOL-Jinên ku ji Stenbolê hewl didin bibin dengê talankirina dîroka li Sûrê, carna bi pirsa ‘ Sûr li ku derê ye? û gotinên wekê ‘dewlet li wan deran avahiyên nû çêdike ma hun hîna çi dixwazin’ tên rû hev. Jinan da zanîn ku li Stenbolê jî hilweşînên bi vî rengî tên kirin lê ya li wir gelek xereb e.   Tevî bertek û berxwedana welatiyan hilweşîna li Sûra Amedê dest pêkiriye didome. Bersiva pirsa welatiyên Stenbolê gelo çawa li hilweşîna Sûrê dinêrin  ji aliyê jinên Stenbolê ve hat dayîn. Di serî de jina ku nexwest navê xwe bide N axivî.   Zarokatiya N. li Uskudarê derbas bûye.  Uskudar jî wek Sûrê dîroka wê hatiye xespkirin.  N. diyar kir ku ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê geşedanên li Sûrê şopandiye û  bi vîdeoyên hatine kişandine jî rewşa Sûrê dîtiye. N. roja 15’ê Tîrmehê ku bi Gelê Kurd re empatî di vê rojê de ava kiriye wiha vegot: “Dema balafirên şer ser me re firiyan yên li vir xwe li erdan dirêj kirin. Lê mirovên wan deran her roj van tiştan dijîn. Tiştên niha li Sûrê tên jiyîn li Uskudarê jî tên jiyîn. Li taxa me jî xanî hatin hilweşandin û li şûnê yên nû hatin çêkirin. Xaniyê min jî di bin heman xetereyê de ye. Ev min dike fikaran.”   Lêkolînera rayagiştî R. jî hem ji ber karê xwe û hem jî ji ber fikara dijî nexwest navê we bike. R. bi salan li Stenbolê jiyaye û got piştî komkujiya dewletê ji bo demek kurt çûye Sûr û Cizîrê û tiştên ku welatiyan li wir jiyane dîtiye.   ‘Min rihê berxwedanê hîs kir’   R. fikrên xwe yên der barê Sûrê de wiha parve kir: “Li wir çand û piştevaniya taxê heye. Dixwazin vê ji destê gel bigirin. Dema ez çûm wir ez gelek bi bandor bû. Min rihê berxwedanê li wir hîs kir. Li Stenbolê jî heman hilweşîn pêk hatin. Hîna berdewam jî dike. Lê hilweşîna li wir xerabtire. Ji ber wir taxek Kurdna ev tişt bi wan tên jiyankirin.    E. ya ku yekem car di 2005’ab de çûye Amedê jî got beriya biçe Sûrê ji dîroka Sûrê ne agadar bû û got piştre serdanên xwe yên piştevaniyê zêde kiriye. E da zanîn ku hilweşîn di alî psîkolojîk de dibe sedema travmayan.