Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mamosteyên jin meş li darxistin! 2017-11-04 14:35:13   EFRÎN -  Ji bo zelalkirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan memoste û xwedekarên herêma Efrînê derketin kolanan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.   Di bin dirûşma ‘Sonda me, em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêber APO re azad bijîn’ Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD)  ya Jin ji bo diyarkirina rewşa ewlekarî û tendurustiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin.   Meş bi beşdarbûna tevahî mamosteyên herêma Efrînê û navçeyên wê , mamosteyên pêkhateyên ereb û Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêk hat. Meş ji devera Newrozê dest pê kir û bê navber bi dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bimire îxanet’,  ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok” heta qada şehîdan dewam kir.   Gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên  ‘ Bi banga me mamosteyan em ê bitêkoşin  heta em bi Rêber Apo re azad bijîn’, ‘ şehîd pêşeroja me ne.’hilgirtin.   Meş bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Rêvebira Komîteya Perwerde ya Civaka Demokratîk  Selwa Hemşera diyar kir ku pergala desthildarî bi tecrîda girankirî  dixwaze vîna Gelê Kurd biçewisîne û got: "Em ê li her deveran ji bo zelalkirina rewşa tendirustiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan  li ser piyan bin."   Meş bi dirûşma”Bê Serok Jiyan na be”  bi dawî bû.