Li Meletiyê şopa gelê Ermenî tê paqijkirin 2017-11-04 09:35:24   Gulîstan Azak   MELETÎ - Dêra Taş Horon (Surp Yerrotutyun) ya li taxa ku Hrant Dînk lê hat cîhanê û zarokatiya wî derbas bûye, di sala 2012’an de piştî xebata wê ya restorasyonê nîvco ma şûnde terkî hilweşînê hat kirin. Beyaz Adiyamanê diyar kir ku avahiyên din ên Ermeniyan ên li bajar hatine texrîbkirin û bi armancên cuda tên bikaranîn û got: “Dîroka Ermeniyan tune dikin û hewl didin hiş paqij bikin. Em vê yekê teqez qebûl nakin.”   Dêra Taş Horon (Surp Yerrortutyun) ya di duyemîn nîvsala sedsala 18’emîn de ji aliyê Ermeniyan ve hatiye çêkirin, niha bi tinebûnê re rû bi rû ye. Dêra ku mulkiya wê di navbera şaredariya Meletiyê, Midûriyeta Giştî ya Weqfan û Midûriyeta Giştî ya Emlaqa Neteweyî de hatiye parvekirin di 2012’an de xebatên restorasyonê hat destpêkirin û ji ber nîvco ma terkî hilweşînê hat kirin.    Welatiya Ermenî Beyaz Adiyaman a 43 salî da zanîn ku derbarê mijarê de gelek caran daxwazname ji Wezareta Çand û Turîzmê re nivîsandine lê bi tu awayî li wan venegeriyane û got: “Restorasyona Dêrê çima hat sekinandin? Xebatên restorasyonê heta kengê wê dîsa dest pê bikin? Dêra dîrokî terkî hilweşînê hatiye kirin. Meletiya ku di alî dîrokî de gelek dewlemend e hejmara turîstan gelek kêm e. Divê restorasyona dêrê ji nû ve bê destpêkirin.   Beyazê ev tişt anî ziman: “Tapoya gelek dêrên aydê Ermeniyan dewrê cemawerî kirine. Gelek cihên dîrokî veguhertine tiştên din. Goristana Ermeniyan jî ji sedî 95 hilweşandine û tune kirine. Dixwazin hişê civakê tune bikin.”