HDP'ê jî bo Serokatiya TBMM'ê Selma Irmak namzet nîşan da 2017-11-03 13:26:20   ENQERE - HDP'ê aşkera kir ku ji bo Serokatiya TBMM'ê parlamentera Colemêrgê ya girtî Selma Irmak namzet nîşan daye.   Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derarê erkdarkirina li Meclisê de agahî da. Agahiya HDP'ê wiha ye:   "Partiya me û Koma me ya li Meclisê, piştî niqaşên xwe yên bi organên eleqedar re, ji bo Serokwekîltiya Meclisê biryara ku parlamentera Stenbolê Fîlîs Kerstecîoglu û parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim erka xwe berdewam bikin daye. Herwiha ji bo Serokatiya TBMM'ê ya Sala nû jî parlamentera Colemêrgê Selma Irmak a girtî namzet nîşan daye."   Li aliyekî din jî derbarê Selma Irmak a ku li 5'emîn  Dadgeha  Ceyzayên Giran a Amedê bi îdiaya "Propagandaya Rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" kiriye dihat darizandin de jî 10 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.