Cenazeyên li goristana bêkesan radestî malbatên wan kirin 2017-11-03 13:14:46   MÊRDÎN - Li Nisêbînê cenazeyên 28 kesên ku di dîrokên cuda cuda de jiyana xwe ji dest dabûn li goristana bêkesan hatibûn definkirin. Ji van cenazeyan 8 jê radestî malbatên wan hatin kirin.   Li Nisêbînê cenazeyên gelek kesên ku di berxwedana xwerêvebirinê de jiyana xwe ji dest dan hîna li goristana bêkesan tên girtin. Cenazeyê 28 kesên ku li goristanên bêkesan ên cuda cuda tên girin nasnameyên wan hatin tespîtkirin. Cenazeyên ku nasnameyên wan hatin tespîtkirin 8 jê bi destûra dozgeriyê radestî malbatên wan hatin kirin. 20 cenazeyên mayî jî li gel serlêdana malbatên wan hîna li goristanên bêkesan tên girtin.   Li gel ku testa DNA'yê ya cenzeyan berî bi mehan hatibû kirin jî Dozgeriya Mêrdînê bi hincetên wekî amadekirina dosya û tespîta navnîşanan cenaze rawestandin û nedan malbatan. Malbatên ku ji bo cenazeyên mayî daxwazname dan li benda radestkirina cenazeyên xizmên xwe ne.