Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da 2017-11-03 13:01:04   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Xwişk û Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevditinê bikin bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên girtiyên din ên Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî bi heman armancê serledan kirin. Birayê girtiyê bi navê Hamîli Yildirim  Polat Yildirim, birayê girtiyê bi navê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka girtiyê bi navê Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.