Li Amedê pevçûn: 1 jê polîs 2 kesî jiyana xwe ji dest da û 10 polîs jî birîdar bûn 2017-11-03 10:11:56 AMED - Li Amedê polîsan bi ser malekê de girtin û pevçûn derket. Di pevçûnêde polîsek û kesekî di malê de jiyana xwe ji dest dan û 10 polîs jî birîndar bûn.     Li Kolana Sitki Goral a taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê, polîsan bi ser malekê de girt. Di encama serdegitina malê de pevçûn derket.  Hat aşkerakirin  ku di pevçûnê de polîsekî jiyana xwe ji dest daye û 10 polîs jî birîndar bûn. Her wiha hat diyarkrin ku kesê di malê de jî jiyana xwe ji dest daye.  Li taxê dorpêçkirin û tevgera helîkopterê heta demekê dewam kir û ambûlans sewkî cihê bûyerê hatin kirin.