‘Hewcedariya herî mezin aştî ye ji ber vê divê tecrîd rabe’ 2017-11-03 09:36:04 Şehrîban Aslan   AMED - Endama HDP MYK’ê Yurdusev Ozsokmenler derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û diyar kir ku niha hewcedariya herî mezin aştî ye û  ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe.   Endama HDP MYK’ê Yurdusev Ozsokmenlerê der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê de pêk tê axivî û got ji bo aştî û aramî bê divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk bên.   ‘Hêvî mezin bibûn’   Yurdusevê daxuyakirin ku Abdullah Ocalan ji bo aştî, biratî û demokrasiya gelan gelek hewldan daye û wiha pê de çû: “Di pêvajoya aştiyê de deriyên Îmraliyê di bin agahiya hikûmetê de heta dawî vekiribûn.  Piştre jî wekê ku agahiya wan ji van hevdîtinan tune ye tevgeriyan û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”   Yurdusevê ev tişt anîn ziman: “Der barê ku aştî pêk bê û li welatekî demokratîk bê jiyîn de hêvî mezin bibûn.  Kezeba dayikan nedişewitî û rondik nedibarîn. Ev pêvajo di demek nêz de hat. Lê mase xistin û tecrîda li ser Birêz Ocalan zêde bû. Vê jî şer gûr kir.Ji ber vê vî welatî pir wenda kir. Ji bo aştî bê vî welatî divê tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe.   ‘Grevan dest pê kir’   Yurdusevê destnîşan kir ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re demildest dest pê bikin û di rewşa berovajî vê de wê welat bikeve kaosek mezin.  Yurdusevê bi lêv kir ku ji niha de grev û çalakiyên civakî dest pê kirine û got di rewşeke wisa ya rojhilata Navîn di nav agir de ye divê berjewendiyên siyasî bidin aliyekî.