Dayika Cemîle ya ku li Sûrê dijî bi fikar e 2017-11-03 09:18:58 Rojda Aydin AMED - Hilweşandina avahiyên etapa yekem a Sûrê qediya derbasî etapa duyem  hatiye kirin. Li taxa Alîpaşaya ku hilweşandina etapa duyem a ku dest pê kiriye dayika bi navê Cemîle Tekera(80)  got ku dema ku baxçeyê wê tunebûye , gotiye ku bila beton be lê çêtire ji tunebûnê. Lê niha mala ku ew tê de dijî bifikare ku wê were hilweşandin.   Piştî hilweşandina etapa yekem a ku li taxên Lalebey û Alîpaşayê dest pê kiribû bi dawî bû niha jî dest bi hilweşandina etapa duyem hatiye kirin. Dayika 80 salî Cemîle Teker bi çavên girî ve hilweşandinê etapa duyem a ku li taxa Alîpaşayê dest pê kiriye  temaşe dike. Dayika Cemîle ya ku di temenê 15 salî de zewiciye û hatiye li Sûrê bi cih bûye niha jî şahidiyê ji hilweşandina Sûrê re dike.    Li hemû taxên Sûrê jiya ye   Dayika Cemîle anî ziman ku ji ber ji  aliyê aboriyê de rewşa wan nebaşe li taxên Sûrê yên cur bi cur de bi kirê jiyaye û wiha  behsa cîrantî û hevaltiya li taxên Sûrê kir: “Di her kolan û taxên Sûrê de cîran û hevalên min hebûn. Yanê ez bî gelê Sûrê re bûm weke malbatekê. Em hem di rojên xweş de û hem jî di rojên bi êş de li gel hev bûn. Em dermanê birînên hev bûn. Wê demê heskirin hebû. Elbet wê  demê wateya heskirinê cuda bû. Mirov li dijî hev ne kîdar bûn.”   'Li gel şert û mercên zahmet jî em kêfxweş bûn'   Dayika Cemîle ya ku dayika du zarokan e derbarê jiyana xwe de wiha got: “ Sê zarokên min di zikê min de mirin. Wê demê ji bo ku em debara xwe bikin em li baxçe û bostanan dixebitîn û me fêkî û zebze  kom dikir. Ji ber karen giran sê zarokên min di zikê min de mirin.  Her wiha wê demê karê malê jî zehmet bû. Şert û merc ne wekî yên niha bûn.   Lê dîsa jî em kêfxweş bûn. Ji ber ku parvekirin hebû.”   'Ez ji bilî Sûrê nikarim li cihekî din bijîm'   Dayika Cemîle ya ku 80 saliyê û ev 16 sale li Sûrê di xaniyê ku bi kirê lê rûdinê, li aliyekî hilweînê temaşe dike û li aliyekî jî ji me re çîroka xwe dibêje wiha dawî li axaftina xwe anî: " Jiyana min  li ber çavên min hildiweşînin. Bi salan e ez li li taxên Sûrê di kirê de dijîm û ev 16 sal e ku ez di vî xaniyê niha hildiweşînin de, li gel lawê xwe bûka xwe û 3 neviyên xwe di kirê de dijîm. Baxçeyê xanî tune bû lê min digot ger ku ez ji bedêla bexçe li ser betonê bijîm jî bila li Sûrê bijîm."