Meclîsa Dêrezorê gaveke dîrokî ye! 2017-11-03 09:10:24 Sorgul Şêxo TIL TEMIR - Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla Hesen vekirina Meclîsa Dêrezorê di hundurê şoreşê de weke gaveke dîrokî nirxand.   Di 24'ê Îlonê de Meclîsa Sivîl a Dêrazorê xwe ava kir û bi daxuyaniyeke fermî meclîsa xwe ji raya giştî re li Ebû Xeşeb a ku girêdayî Dêrazorê ye ragihand. Ev meclîs ji gelek lijneyan pêk tê. Yek ji xebatê herî sereke ku didan ser milê xwe rêxistinkirina gelan û xizmeta wan di aliyekî din ve jî ew hişt ku bi derfetên herî kêm alîkariya koçberan bike.    1'ê Mijdarê li gundê Cezratayê ku girêdayî herêma Dêrazorê ye Meclîsa Sivîl a Dêrazorê navenda xwe bi tevlîbûna êlên ereb û rûsipiyên herêmê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêxistinên Ciwanan ,Asayîşa Dêra Zorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk anî. Her wiha bi tevlîbûna jinên herêmê û meclîsa jinan a Dêra Zorê, vekirin. Di nav şert û mercên zehmet de vekirina vê navendê weke gaveke dîrokî  bû.   Meclîsa Dêrezorê amade ye!   Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrezorê Leyla Hesen avakirina Meclisê û vekirina navendê weke bersivdayînekê ji hêzên ku dixwazin tarîtiya xwe li herêmê bidin meşandin nirxand û wiha got: "Me meclîsa xwe di 24'ê Îlonê de li Ebû Xeşeb vekir. Di wê demê de lijneyek ji bo amadekariya vekirina vê meclîsê hat hilbijartin. Me gelek lijne ava kirin, weke lijneya çandinê, zanistê û perwerdehiyê, maliye, malbatê şehîdan, lijneya jinê, lijneya xizmetgûzar, şaredariyê û lijneya têkiliyên giştî bû." Leylayê diyar kir ku: " Herî  zêde em di guhertina mejiyê civakê de zehmetî dikşînin lê em baer in ku em ê bi ser bikevin. Ji ber ku ev 4 sal in DAÎŞ li herêmê bi cih bûbû, lê piştî ku hêzên QSD'ê ew herêm û gel rizgar kir, êdî erka rêxistinkirina gel ji nû ve kete ser milên me. Divê ku em vê civakê li ser esaseke, Dêrezoreke azad ava bikin. Ji destpêka avakirina lijneyan de em ji gel re dibin alîkar. Bi hemû derfetên xwe yên kêm alîkariya gelê herêmê dikin."   'Gava yekem avakirina meclîsê ye'   Leylayê vekirina Meclîsa Sivîl a Dêrezorê weke serkeftinek mezin û gaveke dîrokî  bi nav kir. "Ji bo gelê herêmê, ev gav tê wateya ku Sûriye ber bi demokrasiyê ve diçe. Ev kevneşopiya berxwedanê ji Kobanê dest pê kir û li Efrîn, Minbic,Tebqa û Reqayê belav bû û niha jî li Dêrezorê ye. Ev serkeftin nîşana rizgarkirina mirovahiyê ye. Bi hêza şervanên QSD'ê ev berxwedana pêş dikeve. Di heman demê de pêşketina şervanên QSD'ê nîşana azadiyê û avakirina netewa demokratîk û azad e."   Leylayê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa koçberên Dêrezorê û wiha got: "Di herêma rojhilatê Dêrezorê de û hin herêmên din de êdî hêjmara koçberan zêde dibe, bi derfetên di destên me de em alîkariyê bi wan re dikin. Heta niha tu rêxisitinên alîkariyeke û desteke nedane vê kampê û koçberan."   Hedef Sûriyeyek demokratik e   Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir em netewa-demokratîk pêk tînin. Li her herêmê gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û xwe ji nû ve ava dike."   Leylayê di di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Dêrezorê kir ku tevlî hêzên QSD'ê bibin û  bang li rêxistinên ku bi navê mirovahiyê xwe pênase dikin kir. Da ku  bi meclisên herêmê re bibin alîkar. Ji Minbic,Tebqa,Reqa û heta digêhêje Dêrezorê. Êdî bila her kes fêm bike ku Sûriyeya azad û demokratîk armanca me ye."