‘Berxwedana şervanan dawî li koletiyê anî’ 2017-11-02 13:36:56 Orîvan Mustefa   EFRÎN - Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê  1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê li Gelê Kurd û hemû şervanan pîroz kirin.   Bi boneya salvegera 4. ya 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê şervanên YPJ’ê nêrînên xwe ya berxwedana Kobanê anîn ziman.   Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Delye Botan salvegera 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê li tevahî gelên cîhanê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên xwe yên di çeperan de pîroz kir û got:” Em ê li pey şopa şehîdên Kobanê bimeşin. Bi saya felsefeya Rêber Apo, jin ji bin koletiyê derket û berê xwe dide têkoşîna azadiyê. Ji bo vê yekê jî em ê heta dawiyê li ser fikir û ramanên serokatî tev bigerin."   'Arîn Mîrkan pêşenga jinan bû'   Delyeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:”Di şerê Kobanê de têkoşer Arîn Mîrkan pêşenga jinan bû, em ê her tim li ser şopa şehîd Arîn bimeşin."   Delyeyê di dawiya gotinên xwe de ji bo êrîşên ku di van demên dawî de li ser Efrînê tên kirin got:”Dewleta Tirk planên qirêj li ser gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê dimeşîn e. Em banga tevahî jinên kurdistanê dikin ku tevlî nav refên YPJ’ê bibin da ku li hemberî êrîşên dewleta faşîst bisekinin."   'Arîn û Gerhat dîwarên koletiyê hilweşandin'   Her wiha şervana YPJ’ê Mizgîn Çiya salvegera 4. ya roja Kobanê ya cîhanê li hemû malbatên şehîdên Kobanê û li Gelê Kurd pîroz kir û wiha got:”Dema ku em behsa rizgarkirina Kobanê dikin, heval Arîn û heval Gelhat tê bîra mirov. Arîn û Gelhat bi awayekî  wêrek dîwarê koletiyê hilweşandin û mîraseke pir mezin û bi rûmet ji me re hiştin."   ‘Pêşenga Arîn Mîrkan hêz da jinan’   Mizgînê berxwedana têkoşer a Arîn Mîrkan a li Kobanê anî ziman û wiha pê de çû:”Şehîd Arîn jina serkêşa şer bû. Bi vîna jinê  berxwedana Kobanê bi ser xist. Pêşenga Arîn Mîrkan hêz da jinan.”   ‘Jinê hêvî û serkeftinên gel mezin kir’   Mizgînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Bi hezaran jin, çeka Arîn û hevalên wê rakirin û li meydanên şer lehengitiya xwe nîşan dan. Jinê hêvî û serkeftinên gel mezin kir. Ev jî bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat.”