Dayikên Aşitiyê: Divê bi lez deriyên îmraliyê bên vekirin 2017-11-02 12:43:52 WAN - Li Wanê Meclîsa Dayikên Aşitiyê ji bo ku girankirina tecrîta LI ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir.    Ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan ev saleke  bi tu awayî agahî nayên standin. Her roj girankirina tecrîdê zêdetir dibe û li hemberî girankirina tecrîdê û bêdengiya dewletê nêrazîbûn û bertek li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bê navber berdewam dikin. Li Wanê bi pêşengiya  Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ji bo ku girankirina tecrîtê şermezar bikin, li avahiya DBP'ê bi daxuyaniyekê dest bi grêva birçîbûnê ya dorveger hat kirin. Di destpêkê de Dayikên Aşitiyê govend girtin û wiha dest bi daxuyaniyê kirin.    ‘Bêdengiya rayedarên dewletê nayê qebûlkirin’   Li qada ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta’Em ê qirkirinên jinan bidin sekinandin,jiyan wê azad bibe,tecrît wê wenda bike,azadî wê bi ser bikeve’ hatin daliqandin. TJA,HDP û DBP jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa Dayikên Aşitiyê Kewê Işik ve hat xwendin. Kewê bal kişand ser girankirina tecrîdê û got ku ger ku tiştek bê serê Rêberê PKK Abdullah Ocalan dê tirkiye bibe gola xwîne û wiha axivi;” Em Dayîkên aşitîyê îro li her deveran dest bi grêva birçîbûnê dikîn. Ev saleke em bi tu awayî agahiyê ji serokê xwe nastînîn. Bêdengiya rayedarên dewletê her ku roj diçe zêdetir dibe. Em vê bêdengiyê qebûl nakin. Armanca çalakiya me jî ew e ku em bi dengê aşitiyê tecrîdê bişkînin. Divê deriyên îmraliyê bi lez bên vekirin. Em ê heya 3 rojan çalakiya xwe berdewam bikîn.”   Piştî daxuyanîyê Dayikên Aşitiyê bi tililî û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ dest bi greva birçîbûnê kirin.