Parêzerên Abdullah Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin 2017-11-02 12:15:18 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtina bi muwekîlên xwe re cara 701’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol û Ebru Gunayu ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi vê serlêdanê re ev bû 701 car ku parêzer bi daxwaza hevdîtinê serlêdanê dikin.    Daxwaza hevdîtinê ya  parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve 700 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL’ê” hatin astengkirin.