Kongra Star starta 25'ê Mijdarê da 2017-11-02 10:55:35 QAMIŞLO - Kongra Star starta çalakiyên 25'ê Mijdarê ya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a navneteweyî li navenda xwe bi hemû endamên xwe da û plansaziya xwe eşkere kir.   Kongra Star bi beşdarbûna hemû endamên xwe yên Kantona Qamişlo kom bûn û di komcîvînê de hat diyarkirin ku wê di demê pêş de ji bo diyarkirina dirûşmeyê û plansaziyeke berfireh dê  civîneke din bê çêkirin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azad dest pê kir. Rêveberiya Kongra Star, Muneseqiya Jin, Weqfa Jina Azad, Rêxistina Sara, Asayişa jin, Hêza Parastina Jin (HPJ) û berdevkên Komiteya Kongra Star beşdarî civînê bûn. Di civînê de bi giranî li ser şêwazên çalakî û rengên wan hat rawestandin. Gelek pêşniyar hatin pêşkêş kirin.    Her wiha dê di demên pêş de jî bi plansaziyeke zelal civîn bidomin.